Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya

Li Munchenê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiya.
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê û çawaniya bihêztir kirina hevkariyên di warên siyasî, aborî û ewlekarî de hate kirin û ronahî xiste li ser pêşhatên ewlekarî û siyasî yên li Iraq, Sûriye û navçeyê.
Serok Barzanî balkişand li ser hevkarî û hevkariyên li gel Tirkiyeyê di hemû waran de bi taybetî di warê ewlekarî û aramiya deverê de.
Ji aliyê xwe ve Wezîr Hakan Fîdan daxwaza Tirkiyê ji bo bihêztirkirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser giringiya hemahengiya hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên ewlehiyê û xebata ji bo bidestxistina aramî û bexteweriyê li navçeyê kir.
Pêşhatên herêmê û rewşa Sûriyê û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş mijareke dinê hevdîtinê bû.