Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser giringiya piştevaniya Almanya bo Herêma Kurdistanê dike

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Koma Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyanan (CSU) li Parlamentoya Almanyayê Alexander Dobrint kir. Her wiha pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Serok Barzanî balkişand li ser berdewamiya palpiştiya Almanya bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê meşqkirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina jêrxana emnî û xwesteka Herêma Kurdistanê jî bo berfirehkirina hevkariyên ligel Almanyayê di hemû waran de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, birêz Alexander Dobrint tekezî li ser pabendbûna Almanya bo piştevanîkirina aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rola Herêma Kurdistanê di parastina civak û asayîş û aramiya navçeyê de bilind nirxand.

Back to top button