Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, sibeya roja yekşemê 19.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li birêz Nazmî Hizûrî Konsulê Giştî yê Filistînê kir ku, bi minasebeta bidawîhatina erkê xwe serdana serokê Herêma Kurdistanê kir bû.
Di hevdîtinekê da Serok Barzanî spasiya kar û xebatên birêz Hizûrî yên bo pêşxistina peywendiyên Felestînê bi Herêma Kurdistanê ra kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê da xwest.

Birêz Hizûrî, ji aliyê xwe ve, spasiya piştevanî û alîkariya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê di serkeftina erkê xwe da kir û xwesteka Filestînê jî ya ji bo pêşxistina têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê ra dupat kir.

Agirbesta li Xezzeyê û pêşhatên dawî yên li herêmî mijarek din ya hevdîtinê bû

Back to top button