Trump: Agirbesta Xezeyê dê bidome

Trump dirêya telefonî beşdarî bernameyeka kanala NBC Newsê de kir û rewşa dawî ya derbarê agirbesta li Xezeyê nirxand.
Li ser pirsa ku rêveberiya wî dê çawa piştrast bike ku agirbesta li Xezeyê dê bidome, Trump wiha got: “Em ê bi rêvebirinek baş çavderiya vê yekê bikin. Divê dîsa rêz ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re were girtin. Peyva bingehîn ku ez bikar tînim rêzgirtin e. Ger rêz ji me re bigirin, dê ev pêvajo bidome.
Trump destnîşan kir ku piştî peymana agirbestê bikeve meriyetê dê girtî bên berdan û wiha got: “Di demeke nêz de girtî serbest bên berdan, ger wiha bibe dê baş be.”
Trump, ku herî dawî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axivî, got ku wî ji Netanyahu re gotiye: “Tiştê ku divê hûn bikin agirbestê bidomînin. Divê ev (şerê li Xezeyê) bi dawî bibe. Em dixwazin bi dawî bibe.”
Trump ku her wiha gotibû ew ê di demek nêz de bi Netanyahu re hevdîtinê pêk bîne, derbarê hevdîtinê de ti agahî neda.