Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Qeterê kir
Îro danê nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Qeterê li Iraqê Sultan Bin Mubarek Kubeysî kir.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê nû yê Qeterê kêfxweşiya xwe nîşan da ku weke balyozê welatê xwe li Iraqê hatiye destnîşankirin û tekez kir ku hemû deriyên Qeterê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê vekirî ne. Wî got ku Qeter dixwaze peywendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warê veberhênan, aborî, çandî û gelek warên din de pêş bixe.