Hikûmeta Iraqê di derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da

Wezîra Darayî ya Iraqê Taîf Samî ragihand ku dayîna mûçeyên mehane yên fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê girêdayî wê lîsteya ku ji Hewlêrê bê şandin.
Herî dawî Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku mûçeyên fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bên dayîn. Dadgehê biryar da ku divê mûçe li ser hesabên ku li bankayên Iraqê bên vekirin bên razandin. Dadgehê biryar da ku hemû dahata Herêma Kurdistanê ya ji petrol û neftê radestî hikûmeta navendî bê kirin.
Wezîra Darayî yê Iraqê Taîf Samî doh bi endamên Komîsyona Budçeya Parlamentoyê re hevdîtinek pêk anî. Wezîr Samî diyar kir, mûçeyên ku ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin wê li gor lîsteya ku navên fermanber û karmendan tê de nivîsiye bên dayîn û ev lîste divê ji Hewlêrê bo me bê şandin.
Samî diyar kir ku divê di mehên pêş de li ser navê karmendên Kurdistanê hesabê bankê bê vekirin û got, di demek nêzîk de wê budçeya sala 2024ê ji bo pesendkirinê ji Encûmena Wezîran re bê şandin û piştre pêşkêşî parlamentoyê bê kirin. Wezîrê Darayî yê Iraqê Samî got ku mûçeyên karmendan ên sala 2024an bi temamî garantîkirî ye.
Piştî civînê Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Atwan Atwanî ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku ew ji hevdîtina bi Wezîra Darayî re bi encamek “baş” derketine. Mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor lîsteya karmendan a ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê şandin, wê bên dayîn.
Atwanî da zanîn ku mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê wê li gor biryara Dadgeha Federal bên şandin û got, mûçe wê li gor lîsteya ku Herêma Kurdistanê şandiye bên dayîn.
Hikûmeta Iraqê ji bo mûçeyên meha Çileyê 618 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re şandibû. Lê ji bo mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê 900 milyar dînar pêwîst e.