Dezgeha Ragihandin û Çapemeniyê di derbarê civîna Barzanî û Blinken de daxuyanî da

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken fikarên xwe yên di derbarê biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de anîne zimên û diyar kirin ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê para xwe ji bûdçeyê werbigire.
Ofîsa Ragihandin û Çapemeniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Wezareta Ragihandin û Çapemeniyê de hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiyaye. Hat ragihandin ku di civînek dostane de, gelek mijarên girêdayî pêşxistina peywendiyên dualî, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û gelek mijarên ku berjewendiyên hevpar hene, hatine gotûbêjkirin.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken balkişand ser pêgeha girîng a Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hevkarekî girîng ê Amerîkayê û teqezî li ser wê yekê kir ku ew hevkarî li ser bingeha nirxên hevbeş, berjewendiyên hevbeş û qurbanîdana hevbeş e.
Wezîr Blinken kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Barzanî û hevdîtinên wî yên li Washingtonê nîşan da û piştevaniya Amerîka ji bo paraztina ewlehî, aştî û aramiya Herêma Kurdistanê wek pêkhateyek federal a di çarçoveya Iraqê de nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîka ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û dupat jî kir ku wek hevkarekî Amerîka di gelek qonaxên dijwar re derbas bûne û hêvîdar in bi hev re rûbirûyê kêşeyên nû bibin. Di heman demê de paraztina asayîşa Herêma Kurdistanê, çareserkirina kêşeyên bûdçeyê, dabînkirina mafên darayî û destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê, rêzgirtina li sîstema federalî û pêkhatina destûrî ya herêmê, paraztina mafên samanên Herêma Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, cibicîkirina rêkeftina Şingalê û nehiştina derketina çekdaran ji herêmê mijarên civînê bûn.