Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Fransa li Kurdistanê kir
Li bajarê Hewlêrê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Fransa li Iraqê Patrick Durel kir.
Ji aliyê xwe ve, rêzdar Durel kêfxweşiya xwe ya ji bo destnîşankirina weke Balyozê welatê xwe li Iraqê nîşan da û tekez kir, ku Fransa giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û piştevaniya wan dê berdewam be.
Di mijareke dinê hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî giringiya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê danustandina bîr û ramanan kirin û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin.