Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Amerikayê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê Mesruru Barzanî li gel wezîrê Derve yê Amerikayê civîya. Ji berî civînê mesruru barzanî û Blinkên di derbarê pêwendiyên Kurdistanê û Amerikayê de daxûyaniyên girîng dan.
Bê guman di vê pêvajoya zîz de hevdîtina wezîrê Derve yê Amerikayê û Serokwezîrê Kurdistanê gelekî girîng bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê, spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kir
Serokwezîr Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba Xê ya tora civakî de got: Em spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dikin ku berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike..
Barzanî di peyama xwe de got, “Hevkariya me bingeha pêşketina me ye. Di rizgarkirina Iraqê ji dîktatoriyê de û di şerê li dijî DAIŞ’ê de em bûn hevpeyman. “Niha em li asoyek aborî ya nû, bihêztir û aramî di têkiliyên xwe de dinêrin.”