Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
erok Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.
Li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê û encamên şerê li Xezeyê hate axvtin.
Her du alî li ser giringiya parastina aramî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hevdeng bûn û ji bo vê mebestê jî tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste Iraq xwe ji aloziyên navçeyê dûr bixe.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin.