Cîhan
Kesekî li ber Balyozxaneya Îsraîlê xwe şewitand
Kesekî ku li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Washingtonê xwe şewitand û bi giranî birîndar bû.
Berpirsekî tim a agirvemirandinê diyar kir ku, kesekî temen mezin li ber avahiya Balyozxaneya Îsraîlê ya li Washingtonê xwe şewitandiye û wiha got: “Dema em hatin cihê bûyerê me dît ku şewat ji aliyê karmendên ewlehiyê ve hatiye vemirandin.”
Rayedar diyar kir ku kesê ku xwe şewitandiye rakirin nexweşxaneya herêmê û ji ber birînên giran rewşa wî nebaş e, lê derbarê nasname û têkiliyên wî de agahî nedan.