Civak

Erdogan sersaxî li serok Barzanî kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber koça dawî ya Xanima Zekîye Mistefa Barzanî, peyameke sersaxiyê artaseyî Serok Barzanî re kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peyameke sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û li ser navê xwe û gelê Tirkiyê hêviya tendirustiya baş jê re xwest.

Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya xwişka we xatûn Zekîye Mistefa Barzanî wergirt û ji dil vesersaxiyê ji we û malbata we ya birêz re dixwazim.”

Di beşeke din ya nameyê de, Erdogan ji Serok Barzanî re nivîsiye û gotiye, di vê boneya xemgîn de, li ser navê xwe û gelê Tirkiyeyê hêviya tendirustiya baş ji we re dixwazim.

Back to top button