Civak

Banga rêxistinên sivîl: Çekan bêdeng bikin!

Rêxistinên sivîl ên li Amedê hatin cem hev, banga bêdengkirina çekan û ji bo çareseriya pirsa Kurd banga çêkirina makqanûnek nû kirin. Platforma Paraztin û Piştevaniya Bajarê Amedê, danezana dawî ya “Civîna Civaka Sivîl a Çareseriya Pirsa Kurd” eşkere kir.

Di deklerasyonê de ewlekariya  li pirsa Kurd hat rexnekirin û hat destnîşankirin ku çavkaniya gelek pirsgirêkên li Tirkiyê çaresernekirina pirsa Kurd e.

Pirsgirêkên ku ji ber nebûna çareseriyê derketine Di deklerasyona ku ji aliyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan ve hat xwendin de, pirsgirêkên ku ji ber israra xitimandina pirsa Kurd derketine holê, di bin çend xalan de hatin nîqaşkirin.

Xalek ji xalên girîng li ser zimanê Kurdî bû û di wê xalê de hat gotin ku „Qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan e li ser zimanê Kurdî tên sepandin, xebatên hunerî yên bi Kurdî hê jî dem bi dem ji aliyê rayedarên dewletê ve tên qedexekirin û astengiyên qanûnî yên li pêşiya mafê perwerdeya zimanê zikmakî û bikaranîna Kurdî di qada giştî de hîn jî berdewam e“. 

Destûra bingehîn a nû, bêdengiya çekan 

Di deklerasyonê rêxistinê bal kişand ser girîngiya xebatên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsa Kurd û biryar hat dayîn ku ji bo înîsiyatîfan heyetek hevpar bê avakirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ji bo çareseriyê çek bêdeng bibin, pêşniyarên din jî wiha hatin rêzkirin: 

1- Ji bo çareseriya pirsa Kurd pêwîstî bi îradeyek nû heye û ji bo ev derkeve holê divê çek bên bêdengkirin. 

2- Rakirina astengên ku nahêlin hemû aktor rola xwe bilîzin û îmkanên pêwîst ji bo çareseriyek mayînde û pêkanîna aştiyê peyda bikin. 

3- Pirsa Kurd xala sereke ya kêşeyên hiqûqî, demokrasî û aborî yên li welêt e û divê partiyên siyasî ji nakokiyên siyasî dûr bikevin û bi vî rengî nêzî mijarê bibin.

 4- Piştgiriya van lêkolînên rêxistinên sivîl û di warê çareserkirina pirsgirêkê de berçavgirtina tecrubeyên cîhanê. 

5- Di encamê de bi van hemû gavan re divê lêkolîna makqanûnek nû ya demokratîk û sivîl bê destpêkirin.

Back to top button