Desttêwerdana Kurdistanê
Fehîm Taştekîn
Betalkirina sîstema kotaya kêmneteweyan a ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve û biryara dayîna mûçeyên bankên di bin kontrola navendî de, statuya Kurdistanê têk dibe. Lê berpirsiyarî ne tenê ya Bexdayê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdêla referandûma serxwebûnê bi parçeyan dide. Nakokiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) an jî biryarên şaş ên rêveberiyê, zêdekirina proje yasayên nû hêsantir dike.
Ez dixwazim îro behsa biryarên rexneyî yên Dadgeha Federalî ya Iraqê yêndi derbarê sîstema hilbijartinan, kotaya kêmneteweyan, mûçe û dahatan bikim. Dîroka çîrokê hinekî dirêj e.
Piştî dagirkirina sala 2003an, hikûmeta AKPê bi pêşengiya DYA têkiliyên nêzîk bi Hewlêrê re pêş xist û bi peymana petrolê ya 50 salî ku di sala 2013an de ji Bexdayê dûr ket, ev hevkarî ber bi qonaxek pêşketî ve birin û ev ji bo ‘Kurdistana Serbixwe’wek garantiya domdariya aborî hat dîtin. Ev nirxandineke şaş bû. Ji ber wê jî çaverêyî wê yekê bû ku piştî sala 2014ê piştevaniya serbazî ya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji bo pêşeroja Kurdistanê sîwanek ewlehiyê çêbike. Her weha metirsiyên ku Îran û Tirkiyê dev ji hevrikiya xwe berdin û di berjewendiya deshilatdariya navendî de hevkariyê bikin xelet bû, an jî ku ew Kurdistanê di nav çolê de bihêlin, ji ber ku DYA wê ji rola sereke ya ku jê re diyar kiribû dûr bikevin, nerast bû. Ev hemû di esasê xwe de ji bilî PDKê di nava partiyên din de wek ‘guman’ an jî ‘xemsariyê’ hatin nirxandin. Jixwe, Îran û Tirkiyê desttêwerdana ku îradeya serxwebûnê di sala 2017an de tepeser kir, organîze kirin; Kerkûk dîsa ket bin kontrola navendê. DYA Kurdistan neparazt û çavê xwe ji vî cezayî re girt. Derbên aborî jî dereng nebûn.
Bexdayê di sala 2018ê de pişka Kurdistanê ya bûdçeyê ji sedî 17 daxist ji sedî 12. Dadgeha Federal di sala 2022an de qanûna neft û gaza xwezayî ya Kurdistanê betal kir. Di sala 2023an de dema ku Dadgeha Hakemê ya Navnetewî ya Parîsê 1,5 milyar dolar tazmînat li Tirkiyê birî, derî hatin girtin û Kurdistan ji Iraqê re bû çavkaniya herî girîng a dahatê. Sînorên paraztina Amerîkayê li ber hovîtiyên Îranê û milîsên girêdayî wê hatin dîtin. Şerê Tirkiyê li dijî PKKê û şerê Îranê li dijî partiyên Kurd ên Îranê, fişarên ku wê bibin alîkar ku navendê kontrola xwe li ser Herêma Kurdistanê zêde bike, derxist holê. Li ser her du aliyên Îranî û Tirkî jî hêzên pasewanên sînor ên ku dest bi bicîhbûna xwe dikin mînakên vê yekê ne.
Niha Enqere modelek nû ya hevkariyê li ser Iraqê ferz dike, ku tê de pêwendiyên aborî, korîdora veguheztinê, pirsgirêka avê û dosyayên ewlehiyê bi hev ve girêdayî ne. Hemû kesên ku di vî wêneyê de ne, bi vî awayî karaktera federatîf a Iraqê ji holê radikin.
***
Dema ku PDK desthilatdariya hikûmet, parlamento û aboriyê digire destê xwe, YNK giraniyê dide têkiliyên bi Bexdayê re û li Iraq û Sûriyê bi aktorên PKKê re hevalbendiyê dike, PDK jî pişta xwe dide Tirkiyê û YNK pişta xwe dide Îranê. DYA bi her du aliyan re dixebite lê nikare van nakokiyan ji holê rake. Di dawiyê de ev nakokî bandorê li dijî rewşa Kurdistanê û di berjewendiya hikûmeta navendî de dikin. Çarşema borî geşedanek nû rû da ku li ser statûya Kurdistanê niqaş bû. Derbasbûna YNKê ku nakokiyên li ser navçe û kotaya kêmneteweyan bir dadgeha federal, bû hedefa PDKê.
Bi kurtasî;
– Dadgehê pergala kotayê nedestûrî dît û hejmara wekîlan daxist 100î. Di parlementoya ku ji 111 kursiyan pêk tê, 5 kursî ji bo Tirkmenan û 6 kursî jî ji bo Xiristiyanan (Keldanî, Asûrî, Suryanî û Ermenî) bi sîstema kotayê hatin veqetandin.
– Dadgehê Kurdistan kir çar herêmên hilbijartinê. – Herwiha biryar da ku hilbijartinên Kurdistanê li şûna Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve bê kirin.
– Biryarek din a rexneyî ya dadgehê di derbarê mûçeyan de ye. Nedana mûçeyên karmendên giştî yên Kurdistanê wek binpêkirina mafan hat dîtin. Ji niha û pêde tê pêşbînîkirin ku mûçe ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve bi rêya bankên federal bê dayîn. Hevdem, dadgehê ferman da Kurdistanê ku hemû dahata petrolê û neftê radestî Bexdayê bike. Herwiha biryar hat dayîn ku Wezareta Darayî ya Kurdistanê dabeşkirina bûdçeya mehane ya mûçeyan pêşkêşî Wezareta Darayî ya Iraqê bike.
***
PDK li hember biryaran bertek nîşan dide, lê di pratîkê de tiştên ku di pirtûkê de cîh nagirin hene û ev jî destê navendê xurt dike.
– Di mijara mûçeyan de gendelî tê nîşandan. Lîsteya veqetandinê ji navnîşana karmendên giştî yên rastîn dirêjtir e. Yanî memûrên rasteqîn û yên ku ji gelek saziyan meaş distînin hene. Bi taybet ferqek di navbera pêşmergeyên ku li ser erka xwe ne û hejmara pêşmergeyên ku mûçe werdigirin de heye. Bexda dixwaze lîsteyan kontrol bike û bibîne ka kî çi mûçeyê distîne. Li deverên din ên Iraqê jî sextekariya mûçeyan pir zêde ye.
– Di derbarê şandina dahata petrolê û neftê de nakokiyên di navbera aliyan de berdewam dikin. Her çendî firotina petrolê bi rêya boriyê rawestiyaye jî, tê zanîn ku çûnûhatina tankeran ji bo Îran û Tirkiyê qut nebûye. Bexda ku Hewlêrê bi firotina nefta neqanûnî tohmetbar dike, dixwaze kontrola tam li ser dahatan bike. Li hember şandina petrola ku di Hezîrana borî de ji bo navendê hatiye berhemanîn, pişka bûdçeya Kurdistanê ji bo salên 2023, 2024 û 2025an ji sedî 12.6 hatiye diyarkirin. Hewlêr dibêje her meh 600 milyon dolar ji bo dabînkirina mûçeyan pêwîst e. Ji sala 2015ê heta niha li Kurdistanê 15 mûçe nehatine dayîn û 44 mûçe jî bi kêmkirina ji sedî 21-25 hatine dayîn. Hewlêr dibêje, “Bexda bûdçeyê qut dike, pere nemaye”; Bexda wiha bersivê dide, “Eger hûn yarmetiyê dixwazin, pêşî dahata petrolê veguhezînin navendê.” Ev rewşek xerab e ku bi salan e bi dawî nebûye.
– Kotaya parlamentoyê ne tenê gengeşeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, herwiha aliyên Kurdistanê jî li ser vê mijarê li hev nekirin.
Gilî ji YNKê hat. Bi taybet YNK, Goran û Nifşê Nû ku navenda wan li Silêmaniyê ye, amaje bi wê yekê kirin ku kotaya kêmneteweyan di bin kontrola PDKê de ye û bi saya 11 parlamenterên din di parlamentoyê de serdestiyê dike. Pêşniyazên wek guhertina qanûna hilbijartinê, rakirina kotayan an jî belavkirina wan li herêman hatin nîqaşkirin, lê lihevkirinek pêk nehat. Bi rêziknameya sala 1992an li Kurdistanê 5 kursî ji bo mesîhiyan hat veqetandin. Di sala 2005an de bi kursiyên ku ji Ermeniyan re hatin dayîn, kotaya Xiristiyanan bû 6, 5 kursî jî ji bo Tirkmenan hat veqetandin. Di Parlamentoya Iraqê ya ku ji 326 kursiyan pêk tê, xirîstiyanan 5 kursî ji kotaya kêmneteweyan werdigirin û her yek ji Kurdên Feylî, Êzdî, Şebek û Sabî Mendeyî jî kursiyek distînin. Kotaya li Kurdistanê bi rêjeyekê pir zêde ye.
Li gor aliyên ku gazinde ji wê kotayê dikin, dengên pêşmerge û polîsên hinek herêman ji bo namzedên kêmneteweyan hatiye arastekirin û ji ber wê jî parlamenterên ku hatine hilbijartin pabendî bernameya PDKê bûne.
Bi rêziknameya nû nûnertiya hindikayiyan dikeve metirsiyê û kontrolkirina parlamentoyê ji bo PDKê zehmet dibe. Partiyên Tirkmen û xiristiyan ên ku ji kotayan sûd werdigirin, vê biryarê wek derbeya li hember kêmneteweyan şîrove dikin. Lê belê nerazîbûna li hember karkirina sîstema kotayan tenê bi partiyên Kurdî yên hevrikên PDKê re sînordar nebû. Di nav Tirkmenan de rexne jî dihatin kirin ku rewşa rastîn xizmeta berjewendiyên wan nake, nûnertiya kêmneteweyan fermî û karbidest bûye, wekîl ji bo berjewendiyên PDKê dixebitin û vê rewşê gel ji siyasetê dûr dixe. Di vê rewşa nû de, namzed neçar in ku pişta xwe bi gelê xwe ve girêbidin, kampanyayên tund ên hilbijartinan bimeşînin, opozîsyonek rast bimeşînin û lîsteyek hevbeş a hilbijartinan amade bikin, wek li Kerkûkê, yan jî hewl bidin ku di lîsteyên partiyên Kurdistanî de cîh bigirin. Tevî ku dijayetiya Tirkmen-Kurd li Kerkûkê çêbûye jî, têkiliyên Tirkmenan bi Kurdên Kurdistanê re baş bûn.
PDK ji bo ku Tirkmen jî di lîsteyên wan de cîh bigirin, têkiliyên bi Tirkiyê re jî li ber çavan digire. Her çend di dema referanduma PDKê de parlamenterên Tirkmen di navbera PDK û Enqerê de asê mabûn jî, lê deriyê Tirkiyê ji kesên ku ji serxwebûnê re digotin “Erê” hat girtin.
Li Enqereyê karta Tirkmenên li Kerkûkê ji Hewlêrê girîngtir e.
– Veguherîna kontrolkirina hilbijartinan ya ji herêmî bo federalî jî li ser bingeha nakokiyên di derbarê ewlehiya sindoqan û tomarkirina dengdêran de ye. Tomara dengdêran a navendî ya Iraqê û ya Kurdistanê li hev nakin. Di vê rewşê de, dibe ku hewzek ‘hilbijêrên xeyalî’ bi qasî ku bandorê li ser maseyê bike derkeve holê.
– Zêdekirina hejmara navçeyan daxwaza YNK, Goran, Nifşê Nû, Yekgirtû û Komel bû. Dibe ku PDK jî ji vê rêziknameyê zirarê bibîne. Li gor nifûsa ku di tomarên navendê de ye, li Hewlêra ku PDK lê serdest e 35 kursî û li Duhokê 24 kursî hene; 38 kursî ji Silêmaniyê re ku YNK lê serdest e û 3 kursî jî ji Helebçe re tê dayîn.
***
Bi kurtasî, her çend rêziknameyên nû pozîsyona serdest a PDKê hedef digire jî, lê di dîmenek mezin de ew kanalên ku nû vedikin kontrola navendê digihîne herêma federal.
Di warê hevsengiyên navxweyî de jî li hember PDKa ku hevparê Tirkiyê ye, rê li ber guhertina berjewendiyên YNK a ku xwe dispêre Îranê, vedike. Dikare şirovekirinek li dijî Tirkiyê û li gor Îranê jî ji vê yekê bê derxistin. Lê belê, di warê meyla giştî de, em dikarin behsa erozyonek zêde ya statûya Kurdistanê bikin, ku bi tercîhên Tehran û Enqerê re hevdem e.
Duvar