Cîhan

Li Pakistanê cara yekem jinek bû serokwezîra parêzgehekê

Keça serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Şerîf, Meryem Nawaz, di dengdana meclisa parêzgeha Pencabê de wek serokwezîr hat hilbijartin.

Endamên Meclîsa Pencabê ji bo diyarkirina serokwezîrê eyaletê deng dan.

Di hilbijartinê de namzeta Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Rana Aftab, partiya serokwezîrê berê yê girtî Îmran Xan, Cîgira Serokê Koma Misliman a Pakistanê (PML-N) û keça serokwezîrê berê Şerîf Meryem Nawaz ketin dengdanê. Meryem Nawaz, di Meclîsa Pencabê ya ku ji 371 kursiyan pêk tê 220 deng wergirt û bû Serokwezîra Parêzgeha Pencabê.

Nawaz ji aliyê piraniya dengan ve hat pejirandin û di dîroka Pakistanê de bû jina yekem ku wek serokwezîra parêzgehekê hatiye hilbijartin.

Back to top button