Cîhan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşte Amerîkayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî, îro 25ê Sibata 2024an danê êvarê gihîşt Washingtonê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmetê dê li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.
Mijarên sereke yên civînan jî dê zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.
Şanda bi Serokwerzîr Mesrûr Barzanî re ji Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û çend berpirsên din pêk tê.