Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
![](/wp-content/uploads/2023/11/NB_Balyozi-USA-1-11-2023.jpg.webp)
Îro danê sibê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de behsa berfiretir kirina peywendiyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka di çarçoveya rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Îraqê de hate kirin û her du alî tekez li ser berdewamiya hevkariyên girîng kirin.
Di mijareke dinê hevdîtinê de ku birêz Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.