15 saliya Rojeva Kurd li gelê me pîroz be
Di jiyana weşangeriya kurdî de 15 sal gelek e. Lê weke karê weşangeriyê ne zêde ye. Gelek e ji ber ku weşaneke kurdî û bi kurmancî be, ji bilî çend îstîsnayan jiyaneke wan î dirêj û domdar çê ne bû ye. Lê îro em dibînin, malpera Rojeva Kurd ku bi temamî kurdî û kurmancî ye 15 saliya xwe dadigire.
Lê weke karê weşangerî û rojnamevaniyê helbet ev kêm e. Ji ber ku rojname jî weke zarokan e. Zarok, têne dinyê, hinekî mezin dibe, bi çarpiyan xwe bi erdê re dikişkişîne, dûre kosteka wî-wê tê qetandin û bi gavên asasî hêdî û bi dîqat dest bi meşê dike. Êdî li gor pêvajoyê mezin dibe. Dibe ciwanekî şêrîn, kamil dibe û dûre jî êdî difikire…
Karê weşangeriyê jî weha ye. Niha Rojeva Kurd kamil bû. Ango cihê xwe di nava dilê xwendevan û nivîskarên xwe de girt. Ji niha pê de divê êdî tiştên di dilan de vebêje da ku ew bikeve jiyanê. Ji bona wê jî 15 sal têr nake, weşaneke an malpereke weke Rojeva Kurd divê domdar be.
Domdar be dibêjim, ji ber ev rojnameya delal ango malpera bi kurdî bû 15 sal bê alî, xizmeta zimanê kurdî, xizmeta nivîskarên kurd ku bi kurdî û kurmancî dinivîsîne dike û wê hê jî bike. Ji ber ku di wêde sansor û nivîsa ”ne weke baweriya min e naweşînim”, tune ye.
Loma girîng e ku rojnameyeke weha domdar be. Ji ber ku bi hebûna xwe, êşa gelê xwe, fikra nivîsakarên xwe û derdê miletê xwe belav dike da ku siyasetmedar û partiyên me jî pêşniyarên wê li ber çavan bigire da ku weke partiyên kurd bi hevre çareseriyekê ji êşa gelê xwe re bibînin.
Êşa mezin ya miletê me jî bakurê kurdistanê ye. Li wir ziman li ber têkçûnê ye, fikir û ramanên kurdperwerî roj bi roj di nava ciwanan de qels û lawaz dibe. Heger bi vî awayî here, em ê bi temamî bakurê kurdistanê wenda bikin.
LÊ baş e ku Rojeva Kurd weke rojnameyekê û çendên din jî hene ku tenha bi kurdî û bi kurmancî mesaj, dîtin û fikrên çaraseriya êşa gelê xwe belav dike. Her weha bi nerîn û pêşniyarên nivîskarên xwe jî, mirovên bê hêvî mane, bi hêvî dike ku kurd bi temamî ne mirine û dê nemire.
Carna nivîsek dibe serî hildana ji nû de xwe nasîn û li xwe vegerandinê. Gelek caran nivîsek dibe morala berxwedan û li welatê xwe xwedî derketandinê. Loma ez bi xwe gelekî girîng dibînim ku Rojeva Kurd weke weşaneke kurdî û bi kurmancê divê jiyana xwe bidomîne û nivîskarên tenê bi kurdî dinivîsînin ji wê re bibin alîkar.
Li gor min di karê xwe de ev rojname ango malpera hêja ew e ku bê tirs rastiyê dide nivîsandin. Him ew bi xwe him jî hewl dide ku nivîskarên wê jî li ser asasê rastiyê bi nivîsên xwe, wê bixemilînin. Di vê dema ku em tê de derbas dibin, rastî mirî ye, wêrekî hema qedyaye lê dîsa ev rojname dixwaze wan bide jiyandin. Dixwaze ku nivîskarên wê jî weke wê rastiya gelê xwe vekirî û bê tirs binivîsînin.
Ji ber ku ew baş dizane, rewşenbîrî wêrekî ye. Heger rewşenbîr bê tirs bikaribin hemî êş û probelema gelê xwe binivîsînin û bêjin, aha ew dibin rewşenbîr. Loma ev rojnameya hêja pêşkêşiya rastiyê dike û dixwaze nivîskarên wê jî rastiyê binivîsînin da ku ew jî bê sansor bide weşandin û weha jî dike.
Li gor min karê weşangeriya Rojeva kurd ew e ku niha ew pêşkêşiya rastiya gel ku bê nivîsandinê dike. Ev jî him wêrekî û him jî parastina gel ji derewên hin medyayên dike ye. Ji ber ku îro kêm tê dîtin ku weşanek ango rojnameyeke bê tirs û bê ku berjewendiya sexsî bifikire kar bike, hindik in. Di nava yên rastiyê dibêjin û dinivîsînin yek jê jî Rojeva kurd e.
Bi hêviya temenekî dirêj û li ser vê xeta xwe ya rast bimeşe, serketin Rojeva Kurd ji dil dixwazim û heta ji min bê ez ê bi nivîsên xwe bibim piştgirê wê.
Bûbê Eser