Dosya

Divê medya Kurdî weke xwediyê dozek netewî, dîrokî bi meşe.

Siyasetmedar û nivîskar Mistefa Şefîk 15 saliya Rojevakurd pîroz dike û di derbarê medya Kurdî de dîtine balkêş tîne rojevê.

Hêjayan  Redaksiyona Rojeva Kurd,

Silav û rêz

 Di salvegera destpêkirina karê weyî ragehandinê de ji dil we pîroz dikim hêviya serkeftin û pêşkeftin ji were di xazim.

Birêzan,

Karê mediya di cîhana îro de karê herî bi bandor û di her meydanê de xwedî rolek berçave. Di rewşa îro de bi rêya mediya  mirov dikare bi gehe her koşê cîhanê, bi keve her malê, bi gehe her mirovî. Ji ber vêna milmilanê û hevrikiyek gelekî dijwar di warê ragihandin û mediya de heye, pêşdaçona lezgîn ya teknolojiya jî ve hevrikiyê dijwartir dike.

Di aliyekî de rikberiya xwe gehandina ejmarek zêdetir ji mirovan, di aliyê din de pêşdaçona teknolojiya nişan dide ewê dema pêş xebata ragihandinê hêj giringtir, dijwartir û hevrikî gerimtir bibe.

Bi li berçav girtina van rastiyên vê serdemê mirov dibîne kû li gel pêşdaçona lezgîna civaka mirovatî pêtiviyek nezin heye mirov û civsk ligel van şert û mercan de xwe bi guncîne û rojane nû bûn û nûkarî di hizir, metodên kar û bi kar anîna alevan de çê bike, di çarçovê qalibên cêgîr de mirov nikare bi vê demê re bi meşe.

Yek ji astengên mezin li pêş civakên weke civaka me û cîhana sêyem bi giştî ewe kû li dûrî pêşveçonan di mînin nikarin xwe bi gehînin pêşveçonên serdemê.Em dibînin rê û rêbazên kû em bi kartînin bi çendîn salan li pey civakên pêşketî mane, ev di jiyanê û siyasetê de jî wehaye di mediya de jî bi heman rengîye, ji ber vêna bi nêrîna min pirsa herî giring kû mirov li berçav bigire divê pîvana pêşveçona me ne civakên paşketî lê belê civakên pêşketî bin, şêwê jiyana nû û metodên modern yên karkirinê be. Bi gotinek din ji civaka mere rolek pêşengî pêtiviye di her warî de nexasme di warê mediya û ragehandê de.

Xala din kû ez gelekî giring di bînim û mixabin cihê dilgiranî û xemêye ew tevlî hevî û bêserûveriya nav mediya Kurdiye. Xala here giring divir de ne bûna hizir û ramane di ragehandinê de. Ragihandina Kurdî bi hemî beşên xwe ve  bûye cihê şov, populîzim û reklamê, vala kirina ragihandinê ji binekokên hizir û ramanê metirsiyek mezine çûnkî mirovê bê hizir çê dibe, mirovê bê hizir jî zemîne ji bo tevayî xerabîya. Ger Kurd xwe xwedî doz di bîbin, xwedî pirsek dîrokî û maf wenda di bînin divê derheq doz û mafê xwe xwedî hizir be, agehdarî xebat û civaka xwe be, ragihandin divê vî rolî bilîze, ger ragihandin tenê bi be cihê reklama vala û bê armanc bêguman li cihê feydê ewê zirarê bide civak û doza me. Di vir de ez di bînim li pêş mediya Kurdî şerek giran heye, divê mediya Kurdî beriya her tiştî weke xwediyê dozek netewî, dîrokî bi meşe.

Xala sêyem di karê mediya de bi kar anîna alavên mediyayîne bi rengej çalak.

Weke em dizanin îro meydanên karê mediya gelekî berfireh bûne, tevlî mediya kevneşopî, soşiyal mediya bi hemî kenalên xwe ve, mediya dijîtal……htd, tev liser civakê xwedî bandorin. Giringe mediyakar agehdar be rolê van beşên cûda liser civakê çine? Xelik çawa serderiyê digel van beşan dike? Kîjan alan xwedî bandorek zêdetire? Ligor pêtiviya civakê bersiv bê dayîn. “Bi watek din mediya ji bona civakê be neke mediya ji bona mediya “ be.

Weke Rojeva Kurd xeta weyî siyasî û hizrî diyare, mirov di bîne hûn liser vê xeta xwe mukurin. Ji bona gihandina peyama netewî- Kurdistanî ked û xebata we nahê înkar kirin.

Pirsa ji bona Rojeva Kurd giring eve ev peyama we çend digehe xwediyên vê dozê? Bandora vê peyamê çende? Alavên pêtivî di warê mediyayî de çend tên bi karanîn? Derfet û îmkanên berdestê we çend rê didin hûn bigehin armancên xwe?

Ez bawerim derfetên berdestê we sinûrdarin, daxwaz û îdîayên we mezinin lê renge derfetên we bi were arîkar nebin.

Weke naveroka babetên we ez zêde pirsgirêk nabînim weke min gotî xeta we diyare hûn liser xeta xwe zelalin û peyama we roniye , lê pirsgirêka weyî sereke di gehandinê de heye, peyama we weke pêtivî nagehe xelkê kû mebeste.

Ji vê pirsgirêkê re dû sedem hene;

1- Divê hûn alavên xweyî mediyayî dewlemend û berfireh bikin tevî malpera weyî fermî divê li ( X ) twittera berê, facebook û hevkarî û hemahengî bi hind malper û dezgehên ragihandinê yên nêzîk rojeva Kurd re pêşda biben. Di roja îroyîn de karê ragihandinê tenê di meydanekî de pêşda naçe heya derfet hebe divê mirov di meydanek fireh de kar bike. Bi teybet ji bona we ( X ) gelekî giringe divê hûn çalak bin.

2- Dem bi dem ( dibe her heftiyê carek ) nivîsek balkêş ( weke lêkolînek akademî ) an jî nivîskarek berniyas liser mijarên giringên rojê di malpera wede belav bibin başe.

3- Car bi car li ( space ) hind mijaran nîqaş bikin başe. Ji bona vê çendê torek weyî mediyayî ji  çalakvanên warê soşiyal mediya pêtiviye.

Weke dumahîk

1- Di karê mediya de ( Mirov- Teknîk û mijar ) divê bi hevre kar bikin wate jêhatî bûna mirovê nediyakar, Teknîka pêşketî û mijara kû ji bo civakê giringe divê baş hevdû temam bikin. Bawerim ger mirov van her sê faktoran baş bi hevire bi guncîne ewê kar pêşda biçe.

2- Klîk( Pejirandin)- like( parvekirin) û analîz( Şirove ) di roja îro de bune pîvanên xort bûna babetê  mediya, elbet ji bona ev aste jî bilind be divê berdewam hewildin bi rengek berfireh bigehîjin xelkê, hertim nû bûn di karde çê bibe.

Hêviya serkeftin û gavên pêşda ji were di xazim

Silav û rêzên gerim.

Mistefa Şefik

Back to top button