Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîr Sûdanî civiya

Di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê da, piştî nîvro ya roja yekşemê 27.11.2022ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Mihemed Şîa El Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da pêşhatên dawî yên welat di warên emnî, siyasî û xizmetguzarî de gotûbêjkirin û çendîn mijarên girîng weke çarçoveya kar û xebatên di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku beşeke ji armancên karnameya hikûmeta nû ya Iraqê û xebatên ji bona bilindkirina astên xizmetguzariyan li seranserî welat, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên ewlehiyê û xebatên ji bona aştî û aramiyê li navçeyên sînorî yên digel welatên cîran kirin ku di civîna dawî ya Encûmena Wezîran ya Asayişa Niştimanî de biryar hatibûn dayîn.

Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Adil Ebdulmehdî hevdîtinek pêkanîn

Di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê da, îro danê êvarê roja yekşemê 27.11.2022ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Dr. Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê berê yê Iraqê civînek li dar xist.

Di Civînê da li ser pêşhat û rewşa welat bi giştî danustandinan kirin û bîr û ra li hev guhertin û li ser pêwîstiya piştevanîkirina Hikûmeta Iraqê û serkeftina bernameya wê bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên welat dabîn bike û bersiva daxwazên welatiyan bide gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Dr. Adil Ebdulmehdî di civînê da tekez li ser hemahengî û hevkariya hemû hêz û aliyên Iraqî ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat û parastina aramî û serweriya Iraqê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Seyîd Emmar El Hekîm rewşa welat nirxand

Di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê da, piştî nîvro ya roja yekşemê 27.11.2022ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkme civiya.

Di civînê da, her du aliyan tekez li ser pêwîstiya yekrêzî, hevkarî û hevtêgihîştina di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê da ji bo rûbirûbûna gef û pirsgirêkên vê qonaxa welat têdaye û piştgirîkirina Hikûmeta nû ya Federal ya Iraqê ji bona ku serkeftî be di cîbicîkirina bernameya xwe da kir.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku qonaxa niha û rewşa welat wisa dixwaze ku desthilat û aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsiyariya hevbeş bigrin ser milên xwe û bi hevre hevkariyê bikin ji bona çareserkirina arîşeyên welat û di nav wan de çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da.

Back to top button