Polîtîk

Li Diyarbekirê ji CHPÊ veqetiyan berê xwe dan MHPê

Serokê  Diyarbekirê yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Miktat Arslan diyar kir ku 50 kesên ku ji CHPê veqetiyane tevlî partiya wan bûne.

Alîkarê Serokê Navçeya Çermikê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Enver Çetînkaya û 50 kesên pê re ji partiya xwe îstifa kirin û derbasî MHPê bûn. Di merasima ku li rêxistina MHPê ya parêzgeha Diyarbekirê hat lidarxistin û di merasimê de, nîşana MHPê ji CHPyiyên berê re hat dayîn. Piştî rêzgirtinê, CHPyîyên kevin, bi çêkirina tabelaya gurê boz wêne kişandin.

Miktat Arslanê ku meha borî ji bo Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya MHPê hatî tayînkirin spasiya kesên beşdarî partiyê bûn kir û wiha got: “Li navçeya me ya Çermikê alikarê serokê navçeya CHPê Enver Çetînkaya û 50 kesên pê re tevli partiya me bûn. Ez hêvî dikim ku em ê bi rêxistinên xwe re, bi xebatên ku em ê bikin re partiya xwe bigihînin cihê ku heq dike li Amedê.”

Alîkarê Serokê Navçeya Çermikê yê CHPê Enver Çetînkaya ku tevlîî MHPê bû got: Hêvîdar im ev beşdarbûn ji bo me û navçeya me baş be. Ji bo milet û welatê me xêr be.

Deriyê MHPê kilît kirin

Di vê navberê de, navenda MHP’ê di Hezîrana borî de bi biryareke neçaverêkirî deriyê rêxistina parêzgeha Amedê kilît kiribû. Piştî rojekê Serokê berê yê parêzgehê Cîhan Kayaalp bi îdiaya ‘îstismarkirina kurekî’ hat girtin. Kayaalp ku 20 sal cezayê girtîgehê lê dihat darizandin, herî dawî hat berdan.

Back to top button