Civak

Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ji bo Jîna Emînî

Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî cara yekeme xelata Mafên Mirovan û Azadiyê belav dike. Ev xelat ji bo keça Kurd  Jîna Emînî hate dayîn. Jîna li Îranê bi destê polîsan ûncama îşkenceyê  jiyana xwe ji dest dabû. Jîna li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû sembola berxwedanê û ji roja Jîna jiyana xwe ji dest dayî heta niha li Îran, rojhilatê Kurdistanê û gelek deverên cihanê xwepêşandan li dijê hovitiya melayên Îranê berdewam e.

Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî îro danê êvarê bi sedema salvegera serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28ê mijdarê de hatibû kuştin li li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê çalakiyek saz kir.

Di çarçoveya çalakiyên weqfê de merasîma “Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî” ya yekemîn jî hat li darxistin.  

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî diyar kir ku ew xelet care yekemîn e tê dayîn û da zanîn ku “Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî” diyarî Jîna Emînî dikin.

Turkan Elçî got: “Dayîna xelatê bo  Mahsa (Jîna) Emînî ji bo me biryareke girîng bû. Em xemgîn in ku ji ber ku vê xelatê diyarî bûyereke wisa dikin. Xwezî me ev xelat ji xeynî jineke kuştî bida kesekî ku di qada azadiyê de me bi rê ve bibe û me şad bike. Lê mixabin aliyekî me îşev xemgîn e. Xwezî bûyereke wisa neqewimî bûya.”

Back to top button