Cîhan

Kongreya 26an ya yekitiya nivîskarên Kurd li Swêd

Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê (YNKS) îşev (2022-11-27) kongreya xwe ya 26an li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê pêk anî.

Rapora xebatê ji alîyê seroka YNKS Nesrîn Rojkan û rapora aborî jî ji alîyê Zinar Soran ve hate pêşkêşkirin. Piştî pêşkêşkirin û gotûbêjên li ser raporan, komusyona destûra nû (Mistefa Aydogan, Salim Çelîker û Serdar Roşan) li ser xebata reşbeleka destûra nû agahdarî da û pêşneyarên xwe yên di vî warî de pêşkêşî kongreyê kir. Piştî gotûbêjên li ser reşbeleka destûrê, ew weke destûra nû hate qebûl kirin.

Li gorî destûra nû, M. Alî Kut di kongreyê de weke serokê YNKS hate hilbijartin. Ji bo Komîteya Kargêr jî Têmûrê Xelîl (sekreter), Zinar Soran (berpirsiyarê darayî) û Hêdî Gomerî hatin hilbijartin. Ji bo Komîteya Revîsor jî M. Selîm Uzun û Paşa Birodrêj hatin hilbijartin.

Kongre bi biryar û pêşniyarên endamên kongreyê dawî hat.

Back to top button