Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne ji bo her alîkarî û piştevanîkirina proseya aştiyê li Tirkiyê

Îro danê nîvro roja duşemê 17.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeya Îmraliyê kir ku ji bo gotûbêjkirina xebatên proseya aştiyê li Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê ye.

Di civînekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî bi hemû awayî alîkarî û piştgîriya xwe ji bo serxistina proseya aştiyê li Tirkiyeyê nîşan da û, herwiha, ew prose bi derfeteke girîng û dîrokî nirxand ku divê her kes ji bo serxistina proseyê û biratiya Kurd-Tirk bixebite, ji ber ku aştî ji bo hemûyan li Tirkiyê û navçeyê pêwîst e.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: “Me her ji destpêkê hertim kar ji bo proseya aşitiyê kiriye ku, pirsgirêk bi awayekî aştiyane bên çareserkirin, ji ber ku ezmûnan îsbat kiriye ku şer û çek tu pirsgirêkan çareser nakin. Her wiha hêvî xwest ku PKK bi awayekî stratejîk li pêvajoyê binêre û pêwîste ev derfet ji dest neçe.

Ji aliyê xwe ve, şandeya Îmraliyê rêz û silavên taybet yên birêz Abdula Ocelan gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û ronahî xiste li ser gavên pêvajoyê. Herwesa şandeya mêhvan rol û xebatên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo proseya aştîyê ya borî û ya niha bilind nirxandin û daxwaz ji Serok Nêçîrvan Barzanî kir ku li ser hevkarîkirin û piştevanîya xwe bo serxistina vê proseyê berdewam be.

Back to top button