Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeta Îmralî kir

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê îro 17ê Sibatê li Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Mijara sereke ya civîna Nêçîrvan Barzanî bi şanda DEM Partiyê re, pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û encamên hevdîtinên şandê li Îmraliyê bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê duh Yekşemê li bajarê Munchenê di civîneke rojnamevaniyê de got: “Em hêvîdar in ku banga aştiyê ji Abdullah Ocalan re were bihîstin. Em hêvîdar in ku PKK helwestê nîşan bide û peyama birêz Ocalan pêşwazî bike.”

Biryar e şanda DEM Partiyê îro bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive û derbarê proseya nû ya aştiyê de gotûbêjan bike.

Şanda DEM Partiyê bi serokatiya Parvin Buldan û Sirri Sureyya Onder duh 16ê Sibatê bi Serok Barzanî re civiyabû û gotûbêj li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiribû.

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sakik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.

Tê payîn, Şanda Dem Partiyê ku pêştir du caran bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, piştî vegera xwe, bo cara sêyemîn jî bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Back to top button