Serok Barzanî li beranberî bikaranîna hêzê li dijî cotyaran bala Bexdayê kişand
Li beranberî gefên artêşa Îraqê di derheqa cotyarên Kurd ên gundên sinorê Sergeranê yê parêzgeha Kerkûkê de, Serok Barzanî peyamek ji Bexdayê re şand û jê re got, “Êdî ev reftarên artêşê li beranberî cotyaran nayên qebûlkirin.”
Tevî pejirandina qanûna hilweşandina biryarên serdema Rijêma Beis ji bo bindestkirina zeviyên çandinê yên cotyarên Kurd, îro (Duşem, 17.02.2025) artêşa Îraqê li gundê Şenaxeyê yê sinorê Sergeranê bizav kir ku rê li kêlana zeviyên cotyarên Kurd girtiba lê cotyarên Kurd rûbirûyî wê bûn û guh neda gefên wê.
Li dû zanyarên K24ê, Serok Barzanî ji ber rûdanên îro yên gundên Sergeranê peyamek ji Bexdayê re şand û jê re ragehand, “Ev reftarên artêşa Îraqê li beranberî cotyarên Kurd nayên qebûlkirin û li dijî qanûnê û destûrî jî ne û divê bên bidawîanîn.”
Serok Barzanî herwesa tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, her tiştekê ji bo mafên cotyaran pêdivî be dê bikin.
Pêştir jî Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila bi rêya tilefonê peywendî bi cotyarên Şenaxeyê kir û peyama Serok Barzanî gehand wan.