Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî carekdin serdana Bexdayê dike

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo bidawîkirina bernameya xwe ya civîn û hevdîtinên heftiya borî yên digel berpirsên siyasî yên Iraqê, bi serdaneka yek rojî vedigere Bexdayê.

Roja sêşema borî piştî civîn û hevdîtinên digel Serokomar, Serokweîr û hijmarek ji serkirdeyên siyasî berpirsên bala yên Îraqa Federal, Serok Nêçîrvan Barzanî bernameyî xwe yê roja duyê hilweşand bû û vegeriya bû Herêma Kurdistanê daku beşdariyê di merasima sersaxiyê ya qurbaniyên bûyera xemgîna peqîna gazê li Duhokê bike.

Biryare di serdana îro da Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bernameya serdana xwe timam bike û digel çendîn serkirde û berpirsên payebilind yên Iraqê bicive.

Back to top button