Cîhan
Îran û Rojhilatê Kurdistanê: Hejmara kuştiyan 448

Navenda Mafên Mirovan a Îranê di derbarê xwepêşandanan de daxûyaniyek ragihand û dibêje ku, ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heta niha li 156 herêman û 143 zankoyan xwepêşandan hatine lidarxistin. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşa rasterast a hêzên ewlehiyê yên Îranê ya li ser xwepêşanderan de herî kêm 448 xwepêşander ku 62 jê zarok in hatine kuştin.
Di daxûyanitê de hatiye ku, di nava xwepêşandanan de 565 xwendekarên zankoyê û 110 zarok, zêdetirî 18 hezar kes hatine binçavkirin.