PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ra civiya

Îro danê sibê roja şemiyê 15.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Ese’d Şeybanî Wezîrê Derve yê Sûriyeyê civiya.

Di civînê da pêşhatên siyasî û ewlekarî li Sûriyeye û Iraqê û çawaniya bihêzkirina aramiya navçeyê, rewşa pêkhateyên Sûriyeyê û giringiya parastina mafên wan û misogerkirina beşdariya wan di paşeroja welat da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser giringiya parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê û giringiya bidestveanîna aştî û aramiyê û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste hemû pirsgirêkan bi diyalog û têgihiştinê bên çareserkirin û kar ji bo paşerojeke aram bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê kirin.

Birêz Şeybanî, ji aliyê xwe ve, tekezî li ser pabendbûna Sûriyeyê bi dabînkirina aramiyê û afrandina mercên guncaw ji bo diyaloga niştimanî dupat kir û, herwesa, tekezî li ser xwesteka Sûriyeyê ji bo bihêzkirina peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û bihêzkirina hevkariyên hevbeş ji bo çareserkirina alozî û kêşeyên heyî kir.

Rewşa herêmî û kêşeyên hevbeş û çawaniya hevkarîkirina di paşerojê da ji bo bidestxistina aramî û aştiya li navçê, mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button