Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê civiya

Di berdewamiya dîdar û civînên xwe da li Munchenê, îro danê sibê roja şemiyê 15.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz David Lamy Wezîrê Derve yê Brîtanyayê civiya.

Di civînê da, peywendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên hevbeş di warê siyasî, ewlekarî û aborî da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstan û pêşxistina saziyên ewlehiyê da kir û herwesa tekez li ser giringiya berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê ji bona dabînkirina aramiya navçeyê kir.

Wezîr David Lamy, ji aliyê xwe ve, tekezî li ser pabendbûna Brîtanyayê bi bihêzkirina têkeliyên biIraq û Herêma Kurdistanê ra kir û got ku Brîtanya dê berdewam be li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û tekezî li ser giringiya hemahengiya hevbeş li ser pirsên herêmî û çareserkirina kêşeyên ewlehî û aborî kir.

Her di vê civînê da hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên niha yên li navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêj kirin.

Back to top button