Serok li Davosê hevdîtina pêktîne
Li Davosê Serokê Kurdistanê li gel Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda li gel ku ji hejmarek berpirs û şêwirmendên Hikûmeta Tirkiye pêkhatibûn civiyan.
Li civînê de, Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştî, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, komek babetên pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye, pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraq û pêvajoya Suriye hate axaftin.
Di derbarê pêwendiyan de, her du alî xweşhaliya xwe derbirîn, ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye roj bi roj berev pêşve diçe û her du alî dûpat kirin, ku pêşxistina wan pêwendiyan de berdewam dibin, ji ber ku ew pêwendî neku her li berjewendiya her du aliyan daye, belku li berjewendiya hemû navçeyê jî daye.
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê di derbarê rewşa Iraqê de got: Ev rewş nabê berdewam bibê, pêwîste pêvajoya siyasî bikeve rêyeke rast û Herêma Kurdistanê jî li gel hêzên dinê Iraqê ji bo peydakirina çareseriyeke bingehîn ji bo hemû kêşe û gîr û giriftan li hewlên xwe de berdewam dibê, ji ber ku ew kêşe û gîr û girift bi cûreyek mezin bûne metirsiya xwe li ser hemû pêvajoya siyasiya Iraqê da heye.
Di derbarê rewşa Suriyê de Wezîrê Derveyê Tirkiye behsa pêşketinên dawî ya rewşê û penaberên Suriye li Tirkiye kir û ragihand: Niha hejmara penaberên Suriye li Tirkiye li 160 hezar kesan zêdetire.
Her di derbarê rewşa Suriyê de Serok Barzanî ragihand: Kêşeya Suriye gelek aloz bûye û Herêma Kurdistanê jî li nêzîk ve çavdêriya rewşê dike. Her wiha niha ji 60 hezar zêdetirê penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê heye.