Îşev Cîhana Îslamî digel 57 dewletên xwe û bisilmanên ku li welatên biyanî ne jî, hatina Mihamed Pêxemberê Ola Îslamê pîroz dikin.
Alema Îslamê bı şeva Qendîlê ango hatına Pexamberê Umetê gelek şadan e. Bêguman şevşahiya di vê şevê de pir xêr, bi rûmet û watedar e.
1442 sal berî niha, roja duwazdehê Rebîûlewwelê ango şeva ku çarşem û pêncşemê bi hevûdu ve girêdide, Pêxemberê Xwedê rojbaşî daye dinyayê.
LI ser hatina Pêxemberê Xwedê gelek berhem bi navê ”Mewlûd” û bi gelek zimanan jî hatine nivîsandin. Herweha bi zaravayên cuda yên zimanê kurdî jî gelek mewlûd hatine nivîsandin. Tenê bi zaravayê kurmancî 26 mewlûdên cuda ji aliyê nivîskarên cuda ve hatine nivîsandin. Lê belê Neteweyê Kurd Mewlûda Kurmancî ya ku bi xameya Mele Ehmes Huseyn Bateyî ku hatiye nivîsandin, di radeya yekemîn de pejirandiye û hema bêje piraniya Kurdan vê metnê vê Mewlûdê jiber dizanin û hertim dubare dikin.
Melê Bateyî beşa hatina Pêxemberê me weha honaye:
Ez rebî-ûl ewwela şevruşene
Heştê şev borîn li helma Emîne
Ya nehê zail bû jê tirs û ´ena
Ya dehê bû mijde der Xîf û Mîna
Yanzdehem bû xûlxûl û awaz û hem
Zimzima tesbîhê der hindî herem
Diwanzdehem hilbû şemala dewletê
Emîne mabû tenê der xelwetê
Wê şevê der Kabe Ebdilmutelib
Mabû bo te´mîra erdê mûnqelib
Emînê got: Mam tenê bê mêr û jin
Ez demek tirsam û lerzek hate min
Min dî xanî ruhnî bû xayet belê
Çarî jin hatin ji riknê menzelê
Ba cemal û hisn û nuranî qemer
Hûleyê Istebreq û Sundus diber
Leleha têr ew ji ava Kewserê
Zûlfîha sed te´ne dane enberê
Bejn û bala serrwî, sîma û şefaf
Min şibhandin tuxmeyê Ebdilmenaf
Yek li destê rastê hat û yek li çep
Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb
Ew kî bûn? Hewa û Sara, Asîye
Ya li pêş min Meryema Imranî ye
Meryemê hisn û melahat zêde bû
Palveda bû ew ji bo min tekye bû
Nagîhan bû zimzim û tesbîh û deng
Ba lûxathayê muxtelif reng û reng
Rast û çep min dî kewakip têkfirin
Qafî ta qafê cîhan bû enwerîn
Pêkve dinya min dî bûye qûrsê nûr
Meşriq û Mexrib didîtin min ji dûr
Keskê alâyek di Xerbê da me dî
Yek li Şerqê yek li banê Ke´be dî
Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin
Mijde da ehlê semawat û zemîn
Daketin dergahê nîran nahîhan
Şahîyane hûr û xilmanê cinan
Xûlxûlîn horî di qasrê cennetê
Kî dizanit kar û barê qudretê
Hatî Cebraîl melaîk fewcefewc
Çarkenarê Mekkehê bûn mewcemewc
Nagîhan ez tîhnî bûm wê seatê
Min dî da destê me camek şerbetê
Sipî û wek şîr û şêrîn wek ´esel
Nê ji wê şîr û ´esel bûne mesel
Min wexwar û tîhnî çû filhal ji min
Teyrekî sipî hat û per malî li min
Wê demê min bû Muhemmed Mustefa
Nurîcan û me´dena sidq û sefa.
Zeynelabidin Zinar