Cîhan

Tiliya Tirkiye di nav tevdana Iraqê de ye

Parlementerê Iraqê Huseyin Merabî daxuyaniyek ya xwe de Tirkiye gelek bi hişkahî rexne kir û got:Xewna Tirkiye ya ku dixwaze Iraqê tevlî axa xwe bike, dê bibe sedema şerekî di nava Iraqê û Tirkiye de.

Huseyin Merabî parlementerê Iraqê demekî ku di navbera hukumeta nawendiya Bexdayê û Enqere de tundî heyî û pêwendiyên dîplomatîk aloz bûyîn daxuyaniyekî da ajansa nûçeyan a Fars.

Merabî îdia kir ku, Tirkiye dixwaze axa Iraqê dagir bike. Herweha Merabî serokê parlementoya Iraqê Usama Necefî jî rexne kir û got: Serokê Parlementoyê li dijî siyaseta Tirkiye helwestên pêwîst nagire.

Merabî got ku Necefî nahilê pirsgirêka Tirkiye li gel Iraqê di parlementoyê de bê gotubêj kirin.

Herweha parlementerê Iraqî got: Çi pirsgirêkek li Iraqê peyda dibê, destê Tirkiye di nav de heye.

Back to top button