Li Dûzxormatoyê 70 welatî bûne qurbanî

Peyamnêrê Kurdistan TV yê li cihê bûyerê ragihand ku,  Terorîstekî xwekuj xwe û otomobila  xwe ya bombekirî di nava merasimeke perseyê(tazîye) de teqandiye û di encam de herî kêm 70 welatî bûne qurbanî.

Peyamnêrê Kurdistan TV eşkere kir ku, Terorîstê xwekuj xwe û otomobila bombekirî bi rewrisma perseya Perestar Ehmed Selah di nava bajarokê Dûzxormatoyê de teqandiye û di encam de 23 welatî canê xwe ji dest dan û 50 welatiyên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên tendirostî jî dibêjin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Nerîna min :