Serok: Erkeke neteweyî û niştimanî bi awayê herî baş pêk anîn.

Serok Barzanî ji bo arikarî û pişgirî û herweha dilsozîya Kurdan spasiya hemwelatiyan kir. Li başûrê Kurdistanê hemwelatiyên kurd bi dilsoziyek mezin arikarî û pişgiriyek bş hempa ji birayên xwe yên rojavayê Kurdistanê re kirin. Bi vê minasebeta dilxweş serok Barzanî peyamek ragihand û spasiya hemwelatiyan kir.
Peyam:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Gelek spasiya hemû welatiyên delal ên Kurdistanê dikim ji bo bi deng ve hatina wan a dilsoz, di berhevkirina alîkarî û piştgiriyê de ji bo xûşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Ev helwesta wan dîrokî ye û cihê serbilindî û rûmet û qedirgirtinê ye.
Herwiha, destxweşî û spasiyên taybet ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû rêxistin û alî û kesayetî û medyayên ku di berhevkirina alîkarî û pêdivî û piştgiriyê de ji bo xûşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê de rol lîstine, dikim û hewl û keda wan bi bilind dinirxînim. Erkeke neteweyî û niştimanî bi awayê herî baş pêk anîn. Bêguman ev helwest dê bandorê li ser bilindbûna hesta niştimanperwerî û hişyariya neteweyî de bike.
Xelkê delal ê Kurdistanê careke din ew ê rastiyê ji hemû cîhanê re dubare kirin ku gelê Kurdistanê di xweşî û nexweşiyê de hevpar û hevxem û pişt û penaya hev in.
Mesûd Barzanî
04.02.2026


