Polîtîk

Bi hevkariya serokê Fransa û serokê Herêma Kurdistanê bû sedema rekeftina navbera Sûriye û HSDê de

Derket holê ku hewldanên dîplomatîk ên dijwar ên Fransayê û dîplomasiya piralî ya ku ji hêla Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê ve hatî meşandin, di rêkeftina di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDF) de roleke girîng lîstine. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, her çend DYA di pêvajoyê de bêtir li ser mijarên ewlehiyê disekine jî, Fransayê piştrast kiriye ku mafên siyasî û çandî di metna rêkeftinê de cih bigirin.

Li gorî raporên navneteweyî û agahiyên ji derdorên dîplomatîk, Parîsê ji Washingtonê di garantîkirina temsîliyeta siyasî û mafên çandî yên aliyê Kurd de helwestek çalaktir girtiye. Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku têkiliyên di navbera Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Neçîrvan Barzaniyê de di pêvajoya danûstandinan de diyarker bûn.

Li gorî Al-Monitor û çavkaniyên dîplomatîk, di dema danûstandinan de dabeşkirinek nefermî ya kar di navbera DYA û Fransayê de derketiye holê.
Aliyê Amerîkî bal kişand ser xurtkirina pozîsyona serokatiyê ya Ehmed Şera, kontrolkirina girtîgehên DAIŞê û pirsgirêkên ewlehiyê, bi taybetî kampa El-Hol.

Ji aliyê din ve, Fransayê çarçoveya siyasî ya peymanê şekil da. Bi destpêşxeriyên Parîsê mijarên wekî mafên sivîl ên Kurdan, naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê, desthilatên hikûmetên herêmî û temsîla Kurdan di hikûmeta navendî de hatin anîn ser maseya danûstandinan.

Di encama zexta dîplomatîk de, gelek bendên ku di pêşnûmeyên destpêkê yên peymanê de nehatibûn zêdekirin. Li gorî vê yekê:

  • Zimanê Kurdî dê wekî zimanê neteweyî yê perwerdeyê di dibistanan de were naskirin. • Mafên sivîl dê bi destûrî werin garantîkirin. • Nûnerên Kurd dê li parêzgehên wekî Hesekê ji bo postên bilind ên burokratîk, di nav de parêzgarî jî, werin tayînkirin. • Li ser misogerkirina temsîla Kurdan di asta wezîran de li Şamê lihevkirinek hat kirin. • Nûnerên Kurd dê di komîsyona ku dê destûra nû binivîse de cih bigirin.

Têkiliyên Barzanîê di qonaxên ku danûstandin rawestiyan de rêça pêvajoyê guherand. Hate gotin ku Nêçîrvan Barzani bi Macron û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdi re di têkiliyê de bû, ev yek jî nakokiyên di navbera aliyan de nerm kir.

Her wiha hat gotin ku Nêçirvan Barzani bi senatorê bi bandor Franklin Graham re li Amerîkayê têkilî danî û ev têkilî helwesta Qesra Spî ya li ser parastina Kurdan zelal kir. Piştî hişyariyên Graham, Serokê Amerîkayê Donald Trump peyamek “biryardar” da û gefên operasyonî yên li dijî Kurdan asteng kir.

Rojnameya fransî Le Monde, di analîza xwe de nivîsand ku aştiya ku piştî sê hefteyan şer pêk hat ne tesadufî bû. Rojnameyê tekez kir ku bi saya “navbeynkariya pileya yekem” a Nêçîrvan Barzani bi hevrêziya bi DYA û Fransayê re, alî ji ber şer hatin rizgarkirin.

Back to top button