Polîtîk

Serok Barzanî û Kosret Resul civiyan

Serok  Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl civiyan. Di civînê de tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftina PDK û YNK bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Piştî civîn dawî bû di derbarê naveroka civînê de daxûyaniyek hate ragihand.

Daxûyaniya Civînê:

“Îro Yekşema 3ê Adara 2019an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û şanda pê re ku ji endamên Polîtbûroya YNKê Erselan Bayîz û Îmad Ehmed pêk hatibû, civiyan.

Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêş wê proseyê hatin gotûbêjkirin.

Tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftina PDK û YNK ji bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê hat kirin, ew jî bi liberçavgirtina berjewendiyên gelê Kurdistanê û giyanê birayetiyê û hest bi berpirsatiya hemû aliyan, bi awayekî ku di asta daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê de be.”

Back to top button