PYD/TEVDEM, rê nade ku partîyên Kurdan yên ji derveyî wan bi awayekî azad xebatên xwe bikin

0
319

Serokê Giştî Yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik , di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:Di vê pêvajoyê de gava yekem ew e ku PYD/TEVDEM, ENKS û partîyên din yên Kurdan Mitabaqatekê çêbikin. Rêvebirîyeke hevbeş ya sîyasî, eskerî û aborî li gel bernameyeke ku mafê netewî demokratîk yên miletê Kurd tê de hebe pêwîstîyeke esasî ye.

 

Rojevakurd:    Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Mustafa Özçelik:Li Rojavayê Kurdistanê kilîda yekem ya serkeftinê bi cîh anîna Mitabakatên Hewlêrê û Dihokê ne. Ji ber ku ev Mitabakatan nehatine bicîh anîn îro destê Kurdan li himberî rejîma Esad jî, li himberî Îranê, Tirkîyeyê, Rûsyayê û Emerîkayê jî lawaz maye. Destpêka her tiştî li hev hatina ENKS, TEVDEM û hemû partîyên Kurdan e.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Emerîka ji ber berjewendîyên xwe, ji ber berjewendîyên Îsraîlê, ji ber xeterîya ku dewleta Îranê ya li Rojhilata Navîn û ji ber rastîya Rojavayê Kurdistanê dê bi yekcarî ji Rojavayê Kurdistanê venekêşe. Bi ya min ev ne karekî hêsan e. Lê helbete ku ji bo bidest xistina statuyeke sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê jî tu peyman û sîyaseteke Emerîkayê ya resmî û zelal jî nexuya ye.Emerîka heger li gorî wê   gotina Trumpî ji Rojavayê Kurdistanê, ji Rojhilatê Firatê vekêşe, dê ji Kurdan re rewşeke xerab derkeve holê. Dê bi vê vekişandinê sîyaseta Surîyeyê, Tirkîyeyê, Îranê  ya li ser dijayetîya mafê Kurdan hatîye hûnandin bi qezenctir derkeve. Helbete helwesta Rûsyayê jî di vî warî de, ji alîyê xwedî lêderketina Kurdan ve ne zêde pozitif e.Lê daxuyanîyên hinek rayadarên Emerîka, Fransa û welatên Ewrûpîyan, nîşana wê yekê ye ku dê van deletan Kurdan neavêjin ber lingên Surîyeyê û Tirkîyeyê.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Ji ber ku Kurd ne li ser yek in, ne bi tafaq in, mixabin di alîyê bername û daxwazên xwe de jî ne zêde biserketî ne.

ENKS li gel hemû hewl û xebat û dîplomasîya ku heta îro meşandîye, ne karîbûye ku ji bo Rojavayê Kurdistanê statuyeke sîyasî bi opozîsyona Sûrîyeyê ve bide qebûl kirin. Helbete ku hebûna Kurdan, zimanê Kurdî, di rêvebirîyên bajaran de  hinek  maf di peymana li gel opozîsyonê  hatîye îmze kirin de heye.Lê ev têrê nake. ENKS bi xwe federasyonê diparêze, lê statuyeke weke otonomî jî nekarîbûye bi opozîyonê bide qebûl kirin. Opozîsyona Sûrîyeyê gelek caran li gor berjewendîyên Dewleta Tirkîyeyê tevdigere, ev jî hinek zerarê digihîne ENKSyê.

PYD/TEVDEM jî ji alîyekî ve li gel rejîmê peywendîyên xwe heye, ji alîyekî li gel Îranê, Rûsyayê, ji alîyekî ve jî li gel Emerîka peywendîyên xwe hene. Lê mixabin bes li gel ENKSyê û hinek partîyên Kurdan yên din peywendîyên wan ne baş in. PYD/TEVDEM, rê nade ku partîyên Kurdan yên ji derveyî wan bi awayekî azad xebatên xwe bikin. Endamên wan digirin. PYD/TEVDEM Mitabaqata Hewlêr û Dihokê bi cîh neanî.

Peywendîyên PYD/TEVDEMê yên li gel Emerîkayê jî ne li gorî rêkeftineke sîyasî ye.Ev jî cîhê fikare û tirsê ye.

Herweha  PYD/TEVDEM jî di bernameyên xwe de behsa statuyeke sîyasî ya ji bo  Rojavayê Kurdistanê nakin.

Peywendîyên PYD/TEVDEM yên li gel rejîma Esad  jî ne li ser li hevhatineke sîyasî ku mafên Kurdan, mafê statuyeke sîyasî tê de hebe hatîye çêkirin.

Di vê pêvajoyê de gava yekem ew e ku PYD/TEVDEM, ENKS û partîyên din yên Kurdan Mitabaqatekê çêbikin. Rêvebirîyeke hevbeş ya sîyasî, eskerî û aborî li gel bernameyeke ku mafê netewî demokratîk yên miletê Kurd tê de hebe pêwîstîyeke esasî ye.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.

Îro qedera Rojavayê Kurdistanê zêdetir di destê Emerîka û Rûsyayê de ye. Di dereceya duwem  jî di destê Sûrîye, Tirkîye û  Îranê de ye.Lê heger Kurd yek bin, ew jî dikarin bibin aktorê esasî yê çareserîyê.

Ji destê Sûrîye, Tirkîye û  Îranê bê, dê nehêlin ku  Kurd mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî bidest bixin; dê Rojavayê Kurdistanê bi kemerên Erebî û yên din perçe perçe bikin.

Sîyaseta Rûsyayê ne ew e ku Kurdan tune bihesibîne; lê Rûsya ne li gel wê yekê ye ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê mafên neetewî û demokratîk yên berfireh, mafê statuyeke sîyasî bidest bixin.

Piştgirîya eskerî ya ku Emerîka dide PYD/TEVDEMê ne piştgirîyeke biçûk e. Hereha di sîyaseta Emerîkayê de nîşan û sînyalên ku Emerîka dixwaze herêmeke di bin kontrola Kurdan de ava bike  jî dixuyîn. Lê weke resmî tu sîyaset û nexşerêyeke Emerîkayê di vî warî de ne holê ye.

Kurd berîya her tiştî dive gelek hişyar bin. Divê sîyaseteke weha bajon ku dijminên xwe kêm; dostên xwe zêde bikin.Divê li gel Emerîka dîplomasîyeke baş bê meşandin da ku Emerîka li Rojavayê Kurdistanê Kurdan bi tena sere xwe nehêle û neavêje ber lingên Sûrîyeyê û Tirkîyeyê.

Heger herêmeke ewle bê danîn dive Kurd di nava xwe de bi tifaq bin û ji bo Tirkîye û Sûrîye daxilî wê herêma ewle nekin, bi peywendîyên xurt yên li gel Emerîkayê, plan û taktîk û stratejîyên xwe yên taybet hebin.

Kurd dive li gel Rûsyayê jî peywenîyên xwe xurtir bikin da ku Rûsya nehêle Tirkîye û Rejîma Esadî zêdetir zerarê bigihînin Kurdan. Dîplomasîyeke xurt û yekgirtî ji vî karî re dive.

ENKS, TEVDEM, partîyên din yên Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû partîyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê divê ji bo ku dîplomasîyeke navnetewî li gel Emerîka, Rûsya, Dewletên Ewrûpayê  bimeşînin , komîteyên hevbeş dive damezrînin.

Ji bo Kurd bikaribin ji vê şansa ku li Rojavayê Kurdistanê hatîye ber deriyê Kurdan feydê werbigirin, dive hemû Kurd û Kurdistanî bi helwest û siyaseteke netewî, niştimanî dîplomasîyeke xurt bimeşînin. Lê berîya her tiştî dive ENKS, TEVDEM, partîyên in yên Rojavayê Kurdistanê li hev bikin.

Nerîna min :