Polîtîk

Serok Barzanî sipasiya her sê serkirdeyên opozisyonê kir

Di roja îniya çûyî (05.08.2011) de, serokê Kurdistanê bi telefonê digel her sê serkirdeyên opozisyonê; serokê Tevgera Goran, emîndarê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê axivtiye.
Li gor hin çavkaniyan, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di peywendiya telefonî de, ji bo başdariya wan di merasima sersaxiya dayîka wî de, sipasiya her sê serkirdeyên opozisyonê kiriye.

Lê hindek çavkanî jî didin xuya kirin ku ji bilî sipasîkirinê, herwesa serokê Kurdistanê daxaz ji serokên aliyên dijber kiriye ku careke din vegerin û digel PDK û YNKê dest bi diyalog û danustandinê li ser pirosesa çaksaziyê bikin.
Herwesa li gor çavkaniyên mediya başûr, şandeyeke PDK serdana Tevgera Goranê kiriye û nameyeke serokê Kurdistanê bo Noşêrwan birye, lê naveroka nameyaê nehatiye zanîn.

Ebdulstar Mecîd endamê polîtburoya Komela Îslamî di daxuyaniyekê de dibêje ku serok Barzanî telefona emîrê Komeleya Îsmaî mela Elî kieiye û sopasiya wî kirie.
Herwesa selahedîn Babekir berdefkê polîburoya tekgirtuya Îslamî got ku peywendiya serokê Kurdistanê digel Selahedîn Behaedîn ji bo sipasî kirinê bo.

Back to top button