Bi tewsiya serok Barzanî fermana girtina serokcaşan hatiye dan
Serokê herêma Kurdistanê tewsiye wezarerta navxwe ya herêma Kurdistanê kiriye ku dest bi girtina serokcaşên kurd yên deme rêjêma jinavçûyê bikin û teslîmî dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê bikin.
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê daxaz ji wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê û hemû saziyên polîs û emnî kiriye û dest bi girtina wan 258 serokcaşan yên ku fermana girtina wan ji dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê derketiye bigirin û teslîmî dadgehê bikin.
Piştî vê tewsiya serokê Kurdistanê, duhî cîgirê wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand bû ku wezareta navxwe ya Kurdistanê biryara girtina serokcaşan daye, (https://rojevakurd.com/dosya/8193-Fermana-girtina-serokcaan-hat-dan.html)
Weke tê zanîn dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê di sala 2008ê de biryara girtina 258 serokcaşên kurd der kir bû. Lê heta nuha ew biryar ji aliyê herêma Kurdistanê ve nahetiye bicîkirin. Lê piştî li herêma Kurdistanê, ji bona girtina serokcaşan gelek kampaniya û gelek nerazîbûn ji aliyê xelkê û bi taybetî ji aliyê malbatên anfalkiryan ve çê bû, êdî hikûmeta Kurdistanê jî mecbûr bû vê biryarê bide.
Xelkê Kurdistanê û bi taybetî nalbatên şehîd û enfalkiriyan bi vê biraya serokê Kurdistanê gelek kêxweş in.