Kultur

Hejmara Tebaxê ya Le Monde diplomatique kurdî derket !

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya tebaxê bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket pêşberî xwendevanên xwe û di firoşgehên çapameniyê de cîhê xwe girt.

Di vê hejmarê de dosyayeke fireh li ser bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hatiye amadekirin. Di vê çarçoveyê de redeksiyona kurdî cîh daye gotara Dr. Kemal Sîdo ya bi sernavê «Bihara Ereban û Sûriye». Dr. Kemal Sîdo di gotara xwe de bi awayekî berfireh siyaseta dewleta Sûriyeyê ya li dijî gelê Kurd û kêmneteweyan, raperîna li Sûriyeyê û rewşa kurdan dinirxîne. Gotara duyem a redeksîyona kurdî bi sernavê «Berdewamî yan jî veguherîna sîyaseta derva ya tirkan» a Dr. Gülistan Gürbey e.

Di «Arşîva Bîra Kurdan» ya vê mehê de, du nivîs cîh digirin. Ya yekemîn nivîsa Christiane More a bi sernivîsê «Kurdîstan Pirsgirêkeke bêhempa» ye ku di Îlona 1987 an de, di Le monde diplomatique de derketiye. Ya duyemîn jî bi sernivîsê «Lêgerîna dîplomasiyeke herêmî» ya lêkolinvan û dîroknas François Georgeon e.

Di rûpela “Çand û Hûner” de jî hevpeyvîna Çiya Mazî ya bi helbestvanê kurd Arjen Arî re kiriye cîh digire. Di heman rûpelê de rexnegir Mihemed Çelkî romana Sebrî Silêvanî “Sifra Silîvî” dinirxîne. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesazê kurd Fehmî Balayî hatine xemilandin. Di rûpela dawî de li gel wêneyên dengbêjên kurd nivîsa Salihê Kevirbirî ya li ser dengbêjî û dengbêjan cîh digire.

Hin nivîsên bijarte yên vê mehê jî ev in:

    Serge Helîmî, Şantaja li Washingtonê
    Alain Gresh,, Li Sûrîyeyê rojên dijwar
    Zénobie, Peyvên întîfadaya Sûrîyeyê
    Cédric Gourverneur, Kalkûta xeyala zêdetir dibiriqe
    Allan Popelard û Paul Vannier, Herdû Marakeş.
    Roselyne Rochereau, Meseleya Karaçîyê: “Gendelîya li dilê komarê”
    Alvaro Garcia Linera, Nakokîyên Şoreşa Bolivyayê
    Denis Duclas,, Sê krîzên sîstemê….ûwd..

Back to top button