Kurd û swêdiya Îran li Stokholmê şermezar kir
Duhî (12.08.2011) li paytexta Swêdê li bajarê Stokholmê li pêşiya avahiya parlamentoya Swêdê idi xwepêşnadenekê de komara Îslamiya Îranê hat şermezar û protesto kirin.
Di xwepêşandanê de ku, ji aliyê Federasiyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê ve hat bû amade kirin, hijamreke kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, berpris û nûnerên partî, rêxistin, komele û saziyên kurdî yên li Swêdê amade bûn, her wesa nûnerên parityên swêdî jî amade bûn û gotar jî pêşkeş kirin.
Destpêkê serokê Federasiyona Komeleyên Kurdistanê di gotara xwe de behsa destdirêjiyên leşkerê Îranê bo ser herêma Kurdistanê kir û topbarankirina gundên ser sênor bi awayekî berdewam ji aliyê leşkerê Îranê ve şermezar kir.
Nûnerên Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê, Partiya Çep û Partiya Gel gotarên xwe pêşkeş kirin û wan di gotarên xwe de rijêma Îranê şermezar kir.