Civak

Federasyon pişgirî da Demirbaş

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) daxwaz dike ku destûr bê dayîn da serokê Şarederiya SÛRê a Diyarbekirê Abdullah Demirbaş ji bo tedawîya xwe derkeve derveyê welêt.

Ew di 24.12.2009 de doza bi navê KCKê de hat girtin. Ji ber Nexweşiya wî di 14.05.2010 de hat berdan lê li gor biryara mahkemeyê derketina wî ya derveyê welêt qedexe ye.

Abdullah Demirbaş di hilbijartina 2004ê de bû Serokê Şarederiya SÛRê a Diyarbekirê. Ji ber xebata wî ya pîrrzimanê ku di Şaredariyê xwe de kir jiyanê, ji aliyê Daniştayê ve ji wezêfeyê hat dûrxistin. Di hilbijartina 2009ê de bi %65 dengan carek din bû Serokê Şaredariya SÛRê a Diyarbekirê.

8.08.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Back to top button