Cîhan

Li Surî kuştin berdewam e

Rejima Surî pakê ji zextên navdewletî nake û her wek xwe dike. Kuştin û girtina xelkê berdewam e. Piştî wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu serdana Surî kir û peyama Amerîka û Tirkiye gihand serokê rejima Surî Bişar Esad, Surî izin da ku hinek rojnemevanên Tirk bikevin Surî û herin bajarê Hama.

Rojnemevan li gel hêzên ewlehiya Surî li Bajarê Hemayê  geriyan. Bajar wêran bûye, xaniyên şewitandî û cihê topan li xaniyan dixweya. Otomobilên şewitî li kolanan bûn. Bi hemî awayäî bajar wek qada şerek dijwar bû.

Surî tanqên xwe ji bajarê hemayê dabûn aliyekî, lê vê carê berê wan tangan dan bajarên Humus û Idlibê. Li herdu bajaran li gora gahdariyan ji çavkaniyên mafê mirovan ji Surî tê , 16 kes hatine kuştin û bi sedan insan hatine girtin.

Back to top button