Serok Barzanî serexweşî li binemala Ihsan Dogramaci kir
Bi boneya koçbarîya dawî ya Prof. Dr. Ihsan Dogremecî, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî birûskeyeka serexweşîyê, pêşkêşî binemala Xweda jê razî kir. Ev jî teksta ewê birûskeyê ye:
Silavên Xweda li We Bin..
Bi mixabinî ve; nûçeya koçbarîya dawî ya kesê navdarê bajêrê Hewlêrê û dostê minê mezin profesor, doktor Ihsan Dogremecî, gihijt min û ez gelekî pê dilgiran bûm.
Xweda jê razî be, ew herdem nîşana biratîyê û jîyana bi hev re ya birayane ya hemû pêkhatên gelên kurdistanê bû û projeyên wî yên xizmetguzarî yên ji bo Hewlêrê, herdem cihê rêzgirtina me bûn.
Ji destdana evî kesê mezin, ne tenê ji bo binemala wî ziyan bû, belê ji gelên me yên kurdistanê re û ji mirovanîyê jî re, ziyanek mezin bû.
Ji ber evê boneya xemgîn, ez pirse û serexweşîyên xwe ji we yek bi yek ên binemala evî rêzdarî re pêşkêş dikim û daxwazê ji Xwedayê mezin dikim, ku sebr û sanamê bide me hemûyan û giyanê Xweda jê razî, bi beheşta xwe ya berîn şad bike. Dê bîranînên evî mêrê mezin herdem li bîra me bin.
Inna LiLLah We Inna Îleyhî Racî`ûn
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25. 02 . 2010