Nivîsar

Pêvajoya Guhertinê

Ji dema pirsa “ vekirina demokratîk“ wek projeyekî tenê bi nav be jî hatî eşkerekirin, li Tirkiye pêvajoyek siyasî nûjen destpê kir. Şerê di nav dezgehên dewletê de vekirîtir xûya kir. Gelek beşên civatê hêdî li ser rojeva siyasî dîtinên xwe vekirîtir  anîn ziman.Taybetî rewşenbîr, nivîskar û rojnemevanan refên xwe kifş kirin û vê pevajoyê li gel xwe gengeşekirina pirs û pirsgirêkên Tirkiye bi awayek vekirî kir di rojevê de.

Ev tiştên ku îro di rojeva siyasî ya Tirkiye de têne minaqeşekirin ne tiştên nû ne, ji ber ku nû tên gengeşekirin û awayek vekirî di rojevê de cih digirin, ji mirov weye ku ev tişt nû çêdibin. Eve 10-ê salana ev tişt hemi çêbûne û çêdibin, lê tabu bûn kesekî nediwêrî behsê bike û di rojevek weşartî de di nav hinek dezgehên tarî yên dewletê de dihat minaqeşekirin û bi tu awayî raya giştî ji van  agahdar nedibû. Eşkerekirina heyîna rêxistinek terorîst wek Ergenekonê bû destpêka  pêvajoya vekirina hinek tiştan û projeya “ vekirina demokratîk“ ev pêvajo hejî pêş ve bir û hêdî ne bi temamî be jî piraniya tiştan dikeve di rojevê de , tê gengeşekirin û raya giştî jê agahdar dibe. Ev yek bi xwe jî dihêle bi xelkê re bawariyek peyda bibe û di çareseriya pirsan de gelek ji xelkê, dezgeh, rewşenbîr û siyasetmedar bibin xwedîyê helwestekî.

Dema vê pêvajoyê destpêkir, terefên ku dijê guhertinê û dixwazin statukoya heyî biparêzên wek enîyek siyasî û civakî derketin hole. Partiyên muxalefetê yên di parlementoyê de, CHP û MHP di nav vê eniyê de cih girtin, taybetî CHP bû wek berdevkê vê eniya statukoparêz. Li Tirkiye civat bû du beş, beşek statuko ya heyî diparêzin û naxwazin tu guhertin çêbibe û dixazin ew cumhuriyeta li ser inkar û imha miletan hatî avakirin, cumhuriyeta beşek insanê serdest û zalim berdewam be. Ev beş ji bo berjewendiyên xwe ji dest nede bi hemi awayî li berxwe dide û ji bo parastina xwe û statukoya heyî her tiştekî mubah dibîne. Ji aliyê din beşe ku dixwaze Tirkiye bê guhertin, ji gelek grubên cuda pêktê. Yê guhertinê dikare bike bê goman hukumet e. Hukumet û Ak-Partî siyaseta xwe ya guhertinê bi istiqrar nake. Gavek pêş, çar gava paşve tavêje, hinek tiştên ku dikariya bike nekirin. Ev yek pirsekî di sere gelek kesan de peyda dike. Gelo Ak-Partî di gotin û projeyên xwe de çikas samimiye? Lê çi bibe bila be, Hukumetê gavên giring avêtinê, gelek guhertinên di berjewendiyên civatê de çêkirine û ji hemiyê jî girîngtir ev prosesa ku her tişt yan jî piraniya tiştan tê minaqeşekirin peyda kiriye. Ji xwe ew beşên civata Tirkiye pişgiriya hukumetê dikin, piraniya wan siyasî ne wek Ak-Partiyê difikirin , lê guhertinê dixwazin û pişgiriyê didin vê prosesê.

 Kurd, di vê pêvajoyê de xwedî helwestên cuda ne. Hinek kes di destpêkê de pişgiriya vê pêvajoyê kirin. Beşek jî pêvajo rojane nirxandin û tiştên di berjewendiya Kurdan de parstin û yên din rexne kirin. Lê vê derê helwesta herî giring helwesta BDP-ê û vê yeke ve girêdayî helwesta KCK-ê bû. Ew nebûn xwedî helwestek yek deng û bi istiqrar. Di serî de dijê vê pêvajoyê derketin. Ev pêvajo wek leyiztikek ya Ak-Partiyê nirxandin. Piştre di hinek qonaxên vê pêvajoyê de pişgiriya vekirinê kirin. Cardin helwest hate guhertin û ev proje wek projeya tesviyekirina PKK-ê nirxandin û heta hinek cihan de tundiya helwesta wan, ew kirin wek pişgirên muxalefetê. Bê goman girtina DTP-ê, operasyonên dijê wan hatî kirin û gelek tişten din bandore xwe li helwesta wan dike. Lê  eger pêvajo baş bihata nirxandin û hesasiyeta tewezina di nav dezgehên dewletê de çêtir bihata şirovekirin gerek ne xwedî vê helwestê bûna.

Di parlementoyê de CHP-ê ji bo bûyera Xaburê û hatina gruba aşitiyê xwestin wezîrê navxwe dest ji kar bikşîne û ji bo vê yekê teklîfek dan parlementoyê. Dema minaqeşekirina vê teklîfê di parlementoyê de, li ser nave Gruba BDP-ê parlementerê Batmanê Bengi Yildiz, ditînên partiya xwe li ser kursiyê parlementoyê gotin. Gelek vekirî erîş bir ser CHP-ê muxalefet bi tundî tawanbar kir. Di axaftina xwe de xwest ku, guhertin çêbibe û aşitiye pêk werê, di hinek tiştan de Ak-Partî û hukumet rexne kir û di hinek waran de helwesta hukumetê baş nedît û daxwaziyên partiya xwe gotin. Axaftinek cuda bû, bû wek îşaretek ya guhertina helwesta BDP-ê di vê pêvajoyê de. Lê rastî mirov nizane heta kû BDP bi xwe dikare helwestan bide nişandin. Piştre axaftina Siri Sakik parlemento hejand. Gelek vekirî CHP bi xirabiyê itham kir û hinek tiştên ku di nav wan û CHP-ê de bûyîn eşkere kir. CHP tevlî hev bû.Dema parlementerön BDP-ê hinek tiştan eşkere bikin , wê ew jî beşek ji dîroka tarî zelal bikin. Helwesta BDP-ê di vê runiştina parlementoyê de baş bû. Hêvî ewe ku ev berdewam be. Lê rastî tu demana vê tuneye.

Belê li Tirkiye şerê di nav du eniyan de vekiriye. Gelo ew şansê kurdan heye ku di nav van herdû eniyan de tercîhekî bikin? Yan divê kurd li cihê pêwist li gora berjewendiyên xwe yên netewî û li gora çewe bikaribin çêtir mafên xwe yên rewa destbêxin xwedî helwest bin.? Bê goman divê terciha kurdan xala duyem be.

26.2.2010

Dara Bilek

 

Back to top button