Polîtîk

Serokê Komkarê Kovan Amedî bi Wezîrê Komara Tirkiyê Faruk Çelîk re hevdîtin pêk anî

Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa/KOMKAR-EU’yê Kovan Amedî, di roja 21’ê Sibata 2010´an de, Wezîrê Dewletê yê Tirkiyê Faruk Çelîk re hevdîtinek pêk anî.

Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî û Sekreter Riza Guner, beşdarî civîna Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewrûpa (UETD) bûn. Amedî di civînê de, Wezîrê Dewletê yê Tirkiyê Farûk Çelîk re hevdîtinek pêk anî. Amedî di hevdîtinê de nêrin û pêşniyarên xwe yên li derbarê pirs Kurd de ragihande Wezîr Çelîk. Amedî da zanîn ku pişgiriya „rêlibervekirina Kurd“ dikin û dîtinên xwe weha anî zman: „Di derbarê çareseriyê de dîtin û pêşniyarên me cuda bin jî, em „rêlibervekirinê“ wek gaveke giring dinirxînin û li benda gavên konkrêt in.“

Wezîr Çelîk jî ji bo hevdîtinê kêfxweşiya xwe anî zman û da zanîn, ku li Tirkiyê li ser pirsa Kurdî gengeşiyek xurt heye û weha got: „Kurd, Tirk, Gurc, Laz, divê di nav hemî welatiyên me yên Ewrûpayê de hevkariyek pêk were.“

 

(Demanu)

Back to top button