Civak
Nabe bi zorê penaber bên vegerandin
Rêxistinekê bi navê Federasyona Sertasetrî a Penaberên Îarqê daxuyaniyek weşandiye û tê de dibêje ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi hindek welatên ewropî re li ser bi zorê vegerandina penaberên kurd ji Ewropayê bo herêma Kurdistanê li hevkiriye.
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxayniyekê de gotinên Federasyona sertasetrî a penaberên Îarqê red dike û dijê:
– Gotina ku hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser bi zorê vegerandina penaberên kurd bo herêma Kurdistanê, bi hindek welatên Ewropayê re li hev kiriye nerast in û di vî warî de helwesta hikûmeta herêma Kurdistanî zelal û eşkereye ku li dijî bi zorê vegerandina penaberên kurde bo herêma Kurdistanê.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê kêfxweş dibe eger hevwelatiyên kurd yên li derve dijîn bi kêfa dilê xwe bo welatê xwe vegerin. Bi taybetî kesên pispor û xwedî şehade û diplomayên baş vegerin, da ku beşdariyê di vejandina û xizmeta Kurdistanê de bikin. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî razî nabe ku bi zorê penaberên kurd vegerînin.
Li dor wê yekê ku hikûmeta herêma Kurdistanê hêsankariyê ji şîrket û kompaniyên ewropî re dike beramber razîbûna bi zorêvgerandina penaberan, berdefkê hikûmetê di daxiuayniyê de dibêje:
– Em carek din dupat dikin ku tu esas ji van gotinan re nîne û hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveyê destûrac Îraqê û bi rêya sefaretxane, konsolxane û nûneratiyan li derve têkeliyên xwe bi awayekê eşkere bi rêve dibe.