Polîtîk

Swêdê konsolxane li Hewlêrê vekir

Duhî êvarê bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Hişiyar Zêbarî wezîrê derveyê Îraqa federal, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Kerîm Şingarî wezîrê navxwe, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û çend nûnerên diplomasiyên komsolxane û ofîsên welatên biyanî li herêma Kurdistanê, konsolxaneya Swêdê li Hewlêrê hat vekirin.

Di merasima vekirina konsolxaneya Swêdê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û têde got ku vekirina konsolxaneya Swêdê li Hewlêrê wê yekê nîşan dide ku civaka navdewletî baweriyê bi herêma Kurdistanê tîne û nîşana wê pêşketina di van çend salan de li herêma Kurdistanê çêbûye ye.

Salih got ku vekirina konsolxaneya swêdî li Hewlêrê seng û giranî û cîyê herêma Kurdistanê di dinyayê de nîşan dide û got: Hêvîdarîn ev yek ji bo welatên din ku ew jî konsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê vekin payemek be. Da ku herêma Kurdistanê li ser esasê berjewendiyên hevbeş bibe deriyekê girin li pêşiya welatên cîhanê ji bo avadankirina Îraqê.

Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê di axaftina xwe de got ku Swêd dixaze peywendiyeke mirovane di hemû waran de bi Kurdistanê re dane û dê sefaretxaneya Swêdê a li Bexdayê zêdetir giringiyê, bi rêya konsolxaneyê re, bi herêma Kurdistanê bide.

Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqa federe he di merasima vekirina konsolxaneya Swêdê de gotarek pêşkeş kir û têdet vekirina konsolxaneya Swêdê li Hewlêrê bû bûyereke giring wesif kir.

Back to top button