Polîtîk

Karl Bildt: Kurdistan di gelek waran de pêşketiye

Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê li dîwana civata wezîran bi Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de wezîrê derve yê welatê Swêdê li hember serdana herêma Kurdistanê û hevdîtina bi serokê hikûmetê re kêxweşiya xwe nîşan de û got:

– Herêma Kurdistanê di gelek waran de pêşketinên ber bi çav lê çêbûne û miqayse bi deverên din yên Îraqê re, herêma Kurdistanê aram û bi îstîqrar e. Ev aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê bûye sedemê wê yekê ku Kurdistan di warê abûrî, bazirganî, investkariyê de pêşbikeve û hijmareke welatên cîhanê konsolxaneyan lê vekin.

– Herêma Kurdistanê devereke gelek giringe, dikare weke devereke aram û bi îstîqrar di herêmê de lê bê nêrîn û herêma Kurdistanê ji bo hemû Îraqê bibe mînak û pireke bihêz di nevbera Îraqê û welatên din de.

– Swêd giringiyeke mezin dide herêma Kurdistanê û her ji ber vê yekê jî me biryar de ku konsolxanetya welatê xwe li herêma Kurdistanê vekin, da ku ew bibe pireke bihêz bo xurtkirina têkeliyan û hêsankariyan. Em dê hewil bidin ku konsolxane li bajarê hewlêrê çalak be û rola xwe bilîze.

Ji liyê xwe ve Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana wezîrê derve yê swêdê bo herêma Kurdistanê bilin dirxand û got ew pêngaveke bo zêdetir xurtkirina têkeliyan bi Swêdê û welatên Yekêtiya Ewropayê re û got:

– Aramî û emniyeta herêma Kurdistanê, ji bo ku ew weke derêyekê girin bo çûna nav bazarê Îraqê bê bikaranîn, rêxweşkere.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên bi welatê swêdê re dide û jimareyeke mezin a kurdan li welatê swêdê akincî ne, ev yek jî dibe hokarek ku dostîniya navbera Swêdê û herêma Kurdistanê xurtir bibe.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxaz ji wezîrê derve yê Swêdê kir ku sermayedar û bazirganên swêdî teşwîq bike da ku li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe bi razînin û beşdariyê di avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

Di civînê de Niklas Trove sefîrê Swêdê yê li Bexdayê û ji terev hikûmeta herêma Kurdistanê jî wezîrê navxwe, wezîrê pîşesazî, sefîrê Îraqê yê li Swêdê û berpirsê têkeliyê derve yê hikûmeta herêmas Kurdistanê amade bûn.

Back to top button